Wezareta Parastinê ya Rûsî ragihand ku di encamê topbarana çeteyan ji baregeha Himêmîmê re 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da.
Îro çeteyên dewleta Tirk careke din baregeha Himêmîmê li gundewarê Lazqiyê kirin hedef.
Der barê topbaranê de wezareta Parastinê ya Rûsî ragihand ku çeteyan 4 top ber bi baregehê ve avêtin.
Wezaretê diyar kir ku top li bajarokekî li nêz baregehê ketin.
Di encam de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 4 din jî birîndar bûn.
Hêjayî gotinê ku piştî ku rejîma Sûrî agirbesta Li Idlibê rawestand, şerekî dijwar di navbera Rejîmê û çeteyên dewleta Tirk de rû dide.