Rêveberiya Xweser ji Sekerterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres daxwaz kir ku ji bo vekirina deriyê Til Koçer bixebitin û barên aborî û mirovî ji ser Sûriyê sivik bikin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameyek ji Sekerterê Giştî yê NY Antonio Guterres re şand.
Nameya Rêveberiya Xweser wiha ye: Wekî her kes dizane ku gelek alî herêmên me dorpêç dikin, şantaja siyasî dikin û rewşa mirovî bi kar tînin.
Nêzî 15 biryarên navneteweyî derbarê Sûriyê de hatin derxistin, ji wan 4 biryarên têkildarî rewşa mirovî ne.
NY’ê di aliyê pêşkêşkirina desteka mirovî û derbaskirina rewşa mirovî, saziyek pêşeng e.
Lê mixabin, tiştê niha rû dide, bi taybet girtina deriyê Til Koçer ji 2021’an ve bi vetoya Rûsya-Çînê, neheqiya li hember milyonan sivîlan e û dijberî hemû lihevkirinên navneteweyî ye.
Rêveberiyê diyar kir ku biryara dewamkirina girtina deriyê Til Koçer, biryarek neheq e, azarên herêmê zêdetir dike, bandorên neyînî li ser rewşê dike û got: Ne tenê li ser rewşa herêmên me, lê belê li tevahî Sûriyê bandor dike.
Dorpêça li ser gelê me jî rewşê girantir dike. Divê rewşa Sûriyê û bi taybet rewşa mirovî bi awayekî rast bê xwendin.
Her weha pirsgirêk bên çareserkirin, istîqrar û aştî li welatê me Sûriye were pêkanîn.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dawiya nameyê ji Sekerterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres daxwaza vekirina deriyê Til Koçer kir û got: Divê NY’ê rolekî dîrokî bilîze nexasim di çarçoveya erk û berpirsiyariyên xwe yên mirovî de.