Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir Silêman nêzîkbûna Enqera û Şam û hikumeta Şamê red kir.
Yasir Silêman gumanên xwe têkildarî civîna di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de anîn ziman û got :
Civînên wiha nakevin xizmeta gelê Sûriyeyê..
Armanca hikumeta Şamê ji vê nêzîkbûnê, astengkirina rêgeha demokratîk e..
Silêman da zanîn ku ev nêzîkbûn dê rewşê aloztir bike û wiha domand:
Faktorekî bêistîqrariyê ye û rê nade vegera koçber û penaberan..
Di heman demê de rê li xebatên ji nû ve avakirina Sûriyeyê venake.
Silêman bang li sûriyeyiyan kir ku diyaloga nîştimanî ku mafên wan misoger dike bidin destpêkirin.