ŞÊX RAUF: GER DEWLETA TIRK GUH NEDE PEYAMA OCALAN, WÊ ZERERÊ BIBÎNE

Her wiha Çavdêrê siyasî Burhan Şêx Rauf jî têkildarî peyama rêber Ocalan nirxandin kir û da zanîn ku ger dewleta Tirk guh neda peyama Ocalan, wê di qada navnetewî de ziyanê bibîne.

Çavdêrê siyasî Burhan Şêx Rauf ji ajansa “RojNews” re axivî û got;

“Ev ne cara yekem e Ocalan bangên bi vî awayî dike.

Peyama Ocalan bi taybet di vê rewşa niha ya Rojhilata Navîn û Tirkiye tê de ye, xwedî girîngiyek taybet e.

Ji bo vê, pêwîst e guh bidin peyama Ocalan û aştî pêk were.

Peyama Ocalan ji bo dewleta Tirk a ku PK K’ê weke aliyê şer bi nav dike, bersivek e.

Ev peyama Ocalan rûyê aştî yê Kurdan nîşan dide.

Bi vê re Kurd dixwazin bi rêya danûstandin û guftûgoyan pirsgirêkan çareser bikin.

Ger Erdogan sûd ji peyama Ocalan negire, wê di qada navnetewî de ziyanê bibîne.”

Di dawiyê de jî Burhan bang li aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê kir û got;

“Çareserkirina pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê, wê beşek pirsgirêk û qeyranên Kurdan ên li perçeyên din ên Kurdistanê jî çareser bike.

Ji bo vê, pêwîst e rêveberên Kurd, ji bo ku pirsgirêk çareser bibe û pêvajoyeke aştiyê dest pê bike, zextê li dewleta Tirk bike.”

Leave a Reply

Back to top button