Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Meş ji pêşiya Parka Rêber Apo ya li taxa Nasira ya bajarê Hesekê dest pê kir û li ber avahiya Komîteya Jîngeh û Şaredariyan a bajarê Hesekê veguherî mîtîngê.
Li vir, daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirekr bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser êrişî herêmê dike û hat gotin;
“Em weke Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê helwesta xwe û kombûna xwe li derdora QSD`ê tekez dikin..
Bi hemû hêza xwe amade ne destkeftiyên gelê xwe yên ku bi saya xwîna pak a şehîdan bi dest ketiye biparêzin..”
Mîtîng bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.