Konseya Rêveber a KNK’ê piştî 21’emîn kongreye xwe, yekem civîna xwe pêk anî û di civînê de cîgirên hevserokatiyê û rêveberên komîsyonan hatine hilbijartin.
Li paytexta Belcîka Brûkselê, duh bi tevlîbûna hevserokên KNK’ê û hemû endamên Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) civîn hat li darxistin..
Ev civîn a yekeme ku piştî kongeya 21’emîn a KNK tê li dar xistin..
Di civînê de rewşa herçar parçeyên Kurdistnê, herêmê û cîhanê, doza gelê Kurd û kar û xebatên KNK’ê hatin nirxandin.
Herwiha dagirkeriya li çarparçeyên Kurdisatanê, tecrîda li Îmraliyê û rewşa girtiyên siyasî yên Kurd û komkujiya Parîsê hate nîqaşkirin.
Di civînê de Wezîrê Dadê yê berê yê Herêma Kurdistanê Faruq Cemîl û Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa wek cîgirên hevserokatiya KNK’ê û rêveberên komîsyonan hatin hilbijartin.