Hevserokên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê li dijî talana xwezayê bertek nîşan dan

Hevserokên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê diyar kirin ku dewleta Tirk a qirker polîtîkayên xwe yên şerê taybet ku li dijî xwezaya bakur dimeşîne zivirandiye wêrankirina xwezayê.
Hevserokan bertek nîşanî bedengiya li dijî qirkirinê dan û gotin:Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe.

Qirkirina li dijî xwezaya bakurê Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin bi polîtîkayek zirav dewam dike.

Derbarê vê yekê de Hevserokên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Ahmet Başak û Gulsum Atak axivîn.

“Polîtîkaya li dijî xwezaya Kurdistanê şerekî bêdeng e”

Ahmet Başak, anî ziman ku li Kurdistanê her qadeke xwezayê ji sermayeyê re hatiye vekirin û wiha got:

“Ne sê sal ev bi salan e li ser xwezaya Kurdistanê qirkirin heye.

Di van salên dawî de qirkirineke hîn bêtir kûr dane destpêkirin.

Di salên 90’î de li ser navê ewlehiyê hemû gundên Kurdistanê vala kirin û şeniyên herêmê koçberî metrepolan kirin.

Di van salên dawî de jî xwezaya Kurdistanê ji rantê re vekir. Ev şer şerekî bêdeng e.

“Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe”

Başak bêdengiya qirkirina li dijî xwezaya herêmê rexne kir û got:

“Kesên ku xwe weke sosyalîst û xwezaparêz bi nav dikin dema ku mesele dibe xwezaya Kurdistanê ji wê nasnameya xwe dûr dikevin û dibin tiştekî din.

Ahmet Başak, bi lêv kir ku li dijî talana li ser xwezayê ew ê rêbazên tekoşîna xwe biguherînin û mezintir bikin.

“Çavkaniyên herêmê tune bûn”

Hevseroka Partiya Çepên Kesk yê Şirnexê Gulsum Atak jî bi lêv kir ku li gel destpêkirina talana xwezaya herêmê gelek çavkaniyên herêmê jî tune bûn.

Gulsum Atak bi taybetî bang li jinan kir ku li dijî vê qirkirinê dengê xwe bilind bikin û got:Ew dengê ku li Akbelenê bilind dibe divê ku li Cudî jî bilind bibe û em bi hevre xwedî li xwezaya xwe derbikevin.”

Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 salin xweza tê talan kirin

Back to top button