Êrişên dewleta Tirk ên li ser axa Başurê Kurdistanê didome

Dagirkeriya dewleta Tirk ji sala 2015′ an ve di bin siya bêdengiya hikumetên herêmê de komkujiyan li ser axa Başurê Kurdistanê pêktîne.
Li gorî amarê Şaxa saziya Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) ya li Iraqê di nava 8 salan de ji ber êrişên dagirkeriya Tirk bi giştî 366 welatî şehîd û birîndar bûne.

Dewleta Tirk bê ku sînoran nas bike, êrişên xwe yên dijî gelên Başûrê Kurdistanê didomîne.

Ev êrişên artêşa tirk a dagirker jî dibin sedema komkujiyan û valakirina gundên heremê.

Di encama êrişên dagirkeriya Tirk de li Başûrê Kurdistanê 366 kes şehîd û birîndar bûne

Derbarê komkujiyên dewleta Tirk ên ji sala 2015’an ve Şaxa saziya Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) ya li Iraqê amarek ji ANF’yê re şand.

Li gorî Amarê, di nava 8 salan de,

Di encama êrişên dagirkeriyê de li Başûrê Kurdistanê 147 sivîl şehîd, 219 kes jî birîndar bûne.

Ji ber dagirkeriya dewleta Tirk heta niha 157 gund hatine vala kirin

Ji ber êrişên dagirkeriyê 157 gund jî hatine valakirin.

her wiha ji ber zêdebûna bombebaranên dewleta Tirk a dagirker xetereya valabûnê li ser 600 gundên li ser sînor jî heye.

Rayedarên PDK dagirkirina Başur ji aliyê dewleta Tirk ve erê kirine

Li dijî van êrişan ne hikumeta Iraqê ne jî ya Herêma Başûr nikare, sînorekî ji rayedarên dewleta Tirk re deyne.

Hêjayê gotinê ye ku çend roj berî yek ji endamên Komîteya Navendî ya PDK’ê Elî Ewnî di bernameyeke TV xwe de yekser bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku bikevin nava xaka Başûrê Kurdistanê û êrişan bike.

Her çendî PDK êrişên dewleta Tirk rewa bike, jî ji aliyê civaka kurd ve nerazîbun zêde dibin.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê jî ji bo pêşîya vê dagirkeriyê bigre, di nav berxwedeanekî dîrokî de ye.

Back to top button