Pentagon hêza xwe ya leşkerî ji Rojhilata Navîn derbasî Ewropa û Pasifîkê dike

DYA ya ku van gefên Rûya ji bo xwe weke metirsiyeke sereke dibîne, di nava gera li rêbaz û planên nû de ye.
Wezareta Parastinê ya DYA rapora xwe ya “Lêkolîna Bicihbûnê ya Global” bidawî kir.
Li gorî raporê, DYA wê hêzên xwe yên li Rojhilata Navîn ber bi Ewropa û herêma Pasîfîk ve bibe.

Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (Pentagon) bi hatina rêveberiya Joe Biden re daxwaza “Lêkolîna Bicihkirina Global” kiribû.

Ev lêkolîn jî bidawî bû.

Rayedarê payebilind ê Pentagonê li ser mijarê ji rojnamevanan re axivîn.

Rayedaran, diyar kir ku hemû rapora lêkolînê bi hinceta planên stratejîk ên artêşa Amerîkayê di nav de cih digire wê veşartî bimîne.

“Ev rênîşander wê di nav 2-3 salên pêş de, ger bi sedan nebe jî wê bi dehan cih guhertinên asayî pêk were.”

Berpirs îdia dikin ku gelek biryar ji aliyê Serokê berê Donald Trump ve, bê ku bi awayekî pêwist werin nîqaşkirin biryar dane.

Di xala bingehîn a rapora Rentagon de “Hind-Pasifîk” heye

Rayedar diyar kir ku hebûna leşkerî ya Amerîkayê li herêma Hindo-Pasîfîkê û pêşbirka bi Çînê re mijara sereke ya vê lêkolînê ye.

Her wiha destnîşan kir ku Pentagon wê hêzên daîmî li hin giravên Okyanûsa Pasîfîkê û herwiha Awistralya bicih bike.

Rayedar bal kişand ku li herêma Pasîfîkê ji bo bicihkirinên nû lêkolîn tên kirin di ronahiya Lêkolîna Tevlihevkirina Gerdûnî de û wiha got,

“Divê em xebatên xwe yên li herêma Hind-Pasifîkê zêde bikin û li cihên herêma cuda balê bikişînin ser Pasifîkê.”

Gefên Rûsya bala DYA zêdetir dikişîne ser Ewropa

Li aliyê din, gefxwarinên Rûsya hîn zêdetir bala DYA dikişîne ser rewşa li Ewropa.

Rayedaran bi bîr xist ku Biden biryara Trump a ji bo kêmkirina hejmara leşkeran li Almanyayê ji bo 25 hezarî guhert got:

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin, li gorî encamên destpêkê yên lêkolînê, hêzeke ku ji 500 leşkeran pêk tê û hejmareke diyarkirî ya helîkopter û îmkanên parastina herêmê şandine Almanya.

Rayedar bal kişand ku wê di pêşerojê de sewqiyata din bo Ewropayê were kirin, lê hûrgilî neda.

“DYA ji Rojhilata Navên vedikêşe”

Rayedar amaje bi wê yekê kir ku Amerîka li ser pêşniyara raporta vekolînê hin sîstemên parastina mûşekî û hêza deryayî li Rojhilata Navîn veguhezîne Ewropa û herêma Pasîfîk.

Rayedar îdia dikin ku DYA wê ji Rojhilata Navîn û Afrîka leşkerên xwe veguhêze herêmên din.

Back to top button