Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane li dar xist.
Kongreyê di civînê xebatên ku par kirine, nîqaş kirin û plansaziya sala danîn.
Ji wan Endamên kongreyê dewreyên zêde têkildarî îslama demokratîk bibînin.
Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salan e li darxist ..
Bi dehan endamên kongreyê û meclisên olî yên herêma Cizîrê beşdar bûn ..
Di destpêkê de dîwan ji 5 endaman hate hilbijartin.
Piştre Endama Desteya Serokatiya (PYD) Foze Yûsif axivî ..
Foze Yûsif diyar kir ku li cîhanê nakokî û binpêkirin hene û got :
“Sedema wê jî nijadperestiya bi nûnertiya bawerî û fikrên ku tu girêdana wan bi olê re tune ye.
Di encamê de bandorê li rewşa civakî û astengiyên ku niha em dijîn, dikin.”
Foze Yûsif da zanîn ku hin kes gotin û hevpeyvînên nerast li ser îslamê belav dikin û wiha domand:
“Armanca wan îslamê bi oldperestiyê teşhîr bikin.
Divê em îslamê bi awayekî zanistî, dûrî şîroveyên oladperestî şîrove bikin. ”
Piştî axavtinê sînevîzyonek li ser xebata salê ya kongreyê ya di 2022′yan de hate pêşandan.
Beşdar û endamên dîwanê xebatên kongreyê yên salekê nîqaş kirin.
Her wiha civîna bi danîna plansaziya 2023′yan bi dawî bû.
Plansaziya kongreyê wiha ye:
“Gelek biryarên girîng ji bo sala 2023 hatin girtin”
Amadekirina bernameyên perwerde û fêrkirinê yên civakî …
Lidarxistina projeyan ji endamên Kongreya Îslama Demokratîk re ..
Endamên kongreyê dewreyên zêde têkildarî îslama demokratîk bibînin.
Malên weqfê yên kevn werin hilweşandin û avahî li cihên wan werin avakirin..
Panelên mehane û yên taybet bi Weqfa Al El Beyt û Kongreya Îslama Demokratîk werin lidarxistin û aktîfkirin.
Radyoya taybet bi kongreyê ji bo belavkirina fikrê îslama demokratîk were vekirin.
Xebat ji bo lidarxistina Kongreya Îslama Cîhanê were kirin.