KOMÊN ÇETE YÊN LI IDLIBÊ MALBATÊN XWE VEDUGHÊZIN EFRÎNÊ

Komên çete yên li Idlibê di çarçoveya guhertina demografiya herêmê de ku Tirkiyê pêk tîne malbatên xwe vedughêzin Efrînê.

 

Rejîma Sûriyê ber bi Idlibê ve pêş de diçe, piştî bajarê stratejîk ê Xan Şêxûn û derdora wê kontrol kirin niha nuqteya çavdêriyê ya Tirkiyê li bajarê Morik dorpêç kiriye.

Li gorî çavkaniyên xwecihî ji Efrînê hat diyarkirin ku komên çete malbatên xwe dişînin Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayê wê ve hatiye dagirkirin.

Li gorî heman çavkaniyê di du rojên dawî de hezar û 800 kes ji malbatên çeteyan ber bi gundên navçeya Şerayê ve hatin veguhestin.

Dagirkeriya dewleta Tirk beriya niha jî bi deh hezaran malbatên ku ji gundewarên Şam, Humis û Derayê ne, li Efrînê bi cih kirin.

 

Leave a Reply

Back to top button