PYD`ê û Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrazorê bi boneya salvegera 19`an a Serhildana 12`ê Adarê daxuyanî dan.
Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrazorê daxuyaniyek bi amadebûna endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û lîstikvanên tîma Dêrazorê li Hola Werzîşê ya li Herêma Seba Kîlo da.
Hevserokê Yekitiya Werzîşê ya Dêrazorê Xalid Selama daxuyanî xwend û got: “Em ciwanên Dêrazorê şehîdên serhildana 12ʹê Adarê bi bîr tînin.
Armanc, xirabkirina têkiliyên Ereb û Kurdan bû.
Lê bi saya berxwedana gel hewldanên xirabkirina têkiliyan têk çûn.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku têkiliyên di navbera gelên Ereb û Kurd ji komployan xurttir e û got:
“Çawa em li dijî terorê tê koşiyan em îro li hember terora Tirkiye û pergalên kapîtalîst tê dikoşin û li ber xwe didin.”
PYD’ê bi boneya salvegera 12’ê Adarê daxuyaniyek dan
Bi heman boneyê Meclisa Giştî ya PYD’ê jî daxuyaniyek da.
PYDʹê di daxuyaniyê de hemû şehîdên Serhildana 12`ê Adarê, şehîdên azadiyê û rûmetê bi bîr anîn.
Meclisê bang li hikumeta Şamê kir ku dev ji zihniyeta dûrxistin û înkarkirinê berde û berê xwe bide diyalogeke nîştimanî ku Sûriyeya nenavendî û demokratîk pêk bîne.