Çeteyên Feyleq El-Şam 50 darên zeytûnê li Basofan birîn

Kiryarên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dewam dikin.
Çeteyan li Basofanê 50 darên din birîn. Her wiha di hefteya borî de jî, gelek malên Efrîniyan hatin firotin.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên Feyleq Elşam li gundê Basofan yê Şêrawayê 50 dar birîn.

Hate diyarkirin ku ev dar milkên welatiya bi navê Zekiya Mîrzo ne.

Çete firotina malên Efrîniyan didomînin

Li aliyekî din jî firotina malên Efrîniyan didome.

Efrîn POST da zanîn ku çeteyê bi navê Ebû Esed ê girêdayî Polîsên Leşkerî li Efrîna dagirkirî mala welatiyê bi navê Mihemed Nezmî bi hezar dolarî firot.

Ebû Esed her wiha dest da ser erdekî vala û tê de du oda avakirin û li hember 800 dolarî firot.

Ew erd jî milkê welatiya bi navê Semîra Reşîd bû.

Yek ji çeteyên El-Hemzat jî mala welatiyê bi navê Egîd Ebdo yê li taxa Eşrefiyê bi hezar û 400 dolarî firo.

Kesê bi navê Cemal Cedan jî ku ji aliyê çeteyan ve li Efrîn hatiye bicihkirin 3 mal firotin û li ser her malekê 750 dolar girt.

Malên ku hatin firotin jî, li ser rêya dibistana Meyselûn in.

Back to top button