Ciwanên Kobanê têkildarî radestkirina gerîla Harûn Elbak ji dewleta Tirk a dagirker re daxuyaniyek da û got “Em bang li ciwanên çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li hemberî van kiryaran rabin ser pêyan.”
Li navçeya Hezex a Şirnexê cerdevanan gerîlayê HPG’ê Harûn Elbak radestî dewleta Tirk, kirin.
Ciwanên Meclisa Malbata Şehîdan a Kobanê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan da.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Em ji keleha berxwedanê Kobanê silavên xwe ji gerîlayên azad re dişînin.
Bi destê îxanetkaran hevrê Harûn teslîmî dewleta Tirk a dagiker hat kirin.
Heval Harûn bi îrade û berxwedanê bê navber li dijî îxanetê li ber xwe da.
Kes nikare vîna me bişikîne û em bang li ciwanên çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li hemberî van kiryaran rabin ser pêyan.”