Li dijî dagirkirina qeyûman bertek dewam dikin û her roj zêde dibin.
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu li dijî vê darbeyê bertek nîşan dan û gotin:
Ger em têkoşînê mezin bikin wê nekarin tiştekê bikin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî serdana çalakiya rûniştinê ya li Amedê kir û beşdarî çalakiya rûniştinê bû
Sezaî Temellî di çalakiyê de axivî û got:
“14 roj in em li vir in û li kolanan li ber xwe didin.
14 roj in li vî welatî darbe pêk hat.
Vîna sindoqan tune tê hesibandin.
Bi wezîfeya tundiyê dest danîn ser vîna xelkên Amed, Wan û Mêrdînê.
Em li vir in û xwedî li vîn, bajar û kolanên xwe derdikevin. Em ê ji bo siberojek wekhev û demokratîk a welat têkoşîna xwe dewam bikin.
SEROKA CHP’Ê YA STENBOLÊ: GER EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN WÊ NEKARIN TIŞTEKÎ BIKIN
Her wiha Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da.
Canan Kaftancioglu, got:
Çawa ku bi darbeya hiqûqî hilbijartina 31’ê Adarê ya Stenbolê betal kirin û em di 23’ê Hezîranê de çûn hilbijartinê, niha jî bi heman awayî qeyûm erkdarî Amed, Wan û Mêrdînê kirin.
Niha dîsa pêvajoyekê bêhiqûqî bi rêve dibin.
A girîng ewe ku em li dijî vê bêhiqûqiyê bi hevre têbikoşin.
Çi li Amed, Wan û çi li Stenbolê dibe bila bibe, divê em bi hevre têbikoşin.
Ger em têkoşînê dibin sîwana demokrasî û edaletê de mezin bikin, wê nekarin tiştekê bikin û yên ku qezenc bikin dê gelên Tirkiyeyê bin.