Lêkolîner û pisporê kar û barên siyasî Wîsam Cewad destnîşan kir ku danezana Rêveberiya Xweser gaveke rast e û got: “Ji bo gihîştina çareseriyê divê hemû alî diyalogê esas bigirin.”
Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê li paytexta Rûsyayê Moskovê dimîne Wîsam Cewad têkildarî mijarê axivî.
Derbarê çareserkirina krîza Suriyê de Wîsam Cewad ev tişt anî ziman:
“Çareseriya yekane ya ji bo derbaskirina nakokiyan diyaloga siyasî ya nerm û xwesteka derbasbûna bendên çêkirî ne.
Ji ber ku aliyên derve ne xêrxwazên gelê Sûriyeyê ne.
Divê mîna welatiyên din ên Sûriyeyê, mafên neteweyî yên rewa yên birayên me yên Kurd jî li ber çavan bên girtin.”