Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Nîels Annen serdana leşkerên Elman kir ên ku li Iraqê û Başûrê Kurdistanê yên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikirin .
Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Nîels Annen piştî vegera xwe ji rojnameyeke Elmanî re axivî û got:
Fikra ku DAÎŞ têk çû, êdî divê em vegerin mala xwe şaş e.
Hîn xeteriya Daiş li herêmê berdewam e.
Li hin deverên Iraqê DAÎŞ ji nû ve xwe-rêxistin dike.
Ji bo wê jî hîn hewceya Irqê bi leşkerên Elman heye.
Berî niha bi demekê jî Wezîra Parastinê ya Elman jî serdana leşkerên xwe kiribû û rola kurdan di têkbirina DAIŞ’ê de destnîşan kiri bû.