HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Başûrê Kurdistanê şehîd bûn eşkere kir û got,”Hevrêyên me Sînan, Mazlûm û Ararat bûn meşaleya têkoşîna me ya azadiyê û wê her tim rêya me ronî bikin.”
HPG’ê di şexsê her sê şehîdan de soza serkeftinê dubare kir û diyar kir ku ew ê şopdarê xeta şehîdan bin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên li ser nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir.
HPG’ê ragihand ku fermandar Sînan Dijwar û hevrê Mazlûm Koçer û Ararat Tolhildan 10’ê Adara 2023’an li Başûrê Kurdistanê di êrîşa dijmin de şehîd bûne û wiha got:
Milîtanê dilsozê partiya me PKK’ê hevalê Sînan ku 30 salên xwe da têkoşîna azadiyê û di asta fermandariya eyaletê de wezîfe kir, tevî du hevrêyên xwe şehîd bû.
Şehadeta wan ji bo têkoşîna me windahiyeke giran bû.
Hevrê Sînan, Mazlûm û Ararat ku ji bo paşerojeke azad a gelê me bêfikar û bêteredût têkşoiyan, wê bibin meşaleya têkoşîna me ya azadiyê û rêya me timî ronî bikin.
HPG’ê di şexsê her sê şehîdan de soza serkeftinê careke din da û diyar kir ku ew ê şopdarê xeta şehîdan bin.
Li ser vê bingehê HPG’ê di dawiyê de sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û tevahiya gelê Kurdistanê re xwest.
Agahiyên li ser nasnameya gerîlayên şehîd wihan ne:
Nasnav: Sînan Dijwar
Nav û paşnav: Fehmî Ogmen
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik: Besna
Bav: Casîm
Dem û cihê şehadetê: 10’ê Adara 2023 / Başûrê Kurdistanê
Nasnav: Mazlûm Koçer
Nav û paşnav: Mehmet Salîh Çakal
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik: Rabîa
Bav: Sadik
Dem û cihê şehadetê: 10’ê Adara 2023 / Başûrê Kurdistanê
Nasnav: Ararat Tolhildan
Nav û paşnav: Ahmet Mûhammed Alî
Cihê jidayikbûnê: Serêkaniyê
Dayik: Mehdiya
Bav: Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: 10’ê Adara 2023 / Başûrê Kurdistanê