Li Efrîna dagirkirî disan kirinên hovane li dijî şêniyên resen ên Efrînê hatin kirin. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê jinek Kurd qetil kir.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Çerxerêya Maratê ya li navenda bajarê Efrînê ketin diziya malekê.
Ew mala jina Kurd a bi navê Ûfê Şêx Ehmed (40) a ji gundê Şêx ê navçeya Racoyê ya Efrînê bû.
Piştî şelandin û şewitandin Ûfê bi awayek hovene bi aletek tûj dikujin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê demeke berê ragihand dibû ku jina Kurd a bi navê Qedriye Elî (70) a ji gundê Gopakê li pêşiya naveneke çeteyên ‘Sultan Mihemed Fatih’ a li taxa Maratê ya li Efrînê, jiyana xwe ji dest daye.