Kurdistaniyên ku li Amsterdam û Darmstadtê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava şermezar kirin.
Kurdistaniyan êrişa 20’ê Hezîranê ya li Qamişlo ku tê de Yûsra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tûma şehîd ketibû de protesto kirin.
Kurdistaniyan li ber Konsolosxaneya Tirk a li Paytexta Hollanda Amsterdamê hatin ba hev û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.
Di çalakiyê de ji raya giştî hat xwestin dawî li mêtîngeriyê bînin û piştgiriya Tevgera Azadiya Kurdistanê bikin.
Di daxuyaniya DEM-NED’ê de hat xwestin, her kesên alîgirên mirovahiyê Rojava biparêzin.