Di çarçoveya hemleya “Jina zana bingeha avakirina civakeke demokratîk e” Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê civîneke li dar xist.
Her wiha Komîteya Jinan a PYD’ê jî bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Girkê Legê civînek li dar xist.
Di civînê de cîgira berdevka giştî ya Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Semîre Ezîz axivî.
Semîre balkişand ser şerê taybet ê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê dimeşîne û got:
“Dewleta Tirk fitneyê di navbera êlên herêmê de belav dike û wan teşwîq dike
Ji bo têkbirina rêgezên bingehîn ên civakê ku jin û ciwan in, narkotîkê belav dike.”
Li Girkê Legê Komîteya Jinan a PYD’ê civînek li dar xist
Her wiha li navçeya Girkê Legê Komîteya Jinan a PYD’ê bi boneya salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê li nivîsgeha partiyê ya li navçeya Girkê Legê civînek li dar xist.
https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2023/07/16/190723_1689532733318.jpeg
Di civînê de endama Meclisa Navçeyê Nisrîn Mihemed axivî û salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir û got:
“Şoreşa jinan misogeriya demokrasî û azadiyê ye.
Em dê tevahî hewldanên li dijî şoreşa me bi rêya pêşxistina kar û xebatên xwe û xurtkirina yekitiya xwe têk bibin.”