Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî xebatên wergirtina genim û girtina navendên wergirtinê yên Şîrkeya Pêşxistina Çandiniyê biryarek derxist.
Biryara desteyê ya bi hejmar 9 wiha ye:
“Ji ber asta anîna genim ji bo navendan, şîrketa Pêşxistina Çandiniyê li gor nirxandina Meclisa Rêveber a bi hejmar 4444’an wergirtina genim 22’ê Tîrmehê heta 31’ê tîrmehê radiwestîne.
Ji ber vê danîna belgeyên genim bi dawiya dewema roja 27’ê Tîrmeha 2023’yan re tê rawestandin.”
Hevserokatiya Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku xebatên wergirtina genim di dawiya dewama roja 31’ê Tîrmeha 2023’ê de wê bên girtin.