Koşka Spî: Em beşdarî operasyona leşkerî ya Tirkiyê nabin

Waşington ragihand ku ew ê beşdarî operasyona leşkerî ya Tirkiyê nebin, Hêzên Koalîsyona Navdewletî jî êdî xwe ji ser sînorê bi Tirkiyê re vedikişînin. 

Hêzên Koalîsyona navdewletî ji sînorê bi Tirkiyê re vedikişin.

Piştî daxuyaniya Erdogan bi rojekê, ku ew ê îro- sibe êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bike, Koşka Spî ragihand ew ê beşdarî operasyona leşkerî ya Tirkiyê nebin û eşkere kir ku di demeke nêz de wê Tirkiyê dest bi operasyona xwe bike.

Piştî vê daxuyaniyê, vê sibê Hêzên Koalîsyona Navdewletî ji nuqteyên xwe yên bajarê Girê Spî û Serê Kaniyê vekişiyan.

Ev vekişîn di saetên berbangê de dest pê kir.

Berî çend rojan, Hêzên Sûriyaya Demokratîk QSD’ê ragihandibû eger ti êrîş pêk were, ew ê sînor veguherînin qadeke şer.

KOŞKA SPÎ: EM BEŞDARÎ OPERASYONA LEŞKERÎ YA TIRKIYÊ NABIN

Koşka Spî teqez kir ku piştî têkçûna DAIŞ’ê êdî ew ê li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî nemînin û diyar kir ku hemû girtiyên DAIŞ’ê yên li cem artêşa Emerîkî li bakurê Sûrî dê bibin berpirsyartiya Tirkiyê.

Li gorî daxuyaniya Emerîkayê jî, dê girtiyên DAIŞê bi temamî têkevin destê dewleta Tirk.

Leave a Reply

Back to top button