Parêzera Rêber Apo Eren Keskîn diyar kir ku roja çûna parêzeran a Îmraliyê bi hinceta “keştî xerabe ye” hatiye astengkirin, roja destpêkirina tecrîdê bû.
Her wiha Hevseroka Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan a Wanê (TUHAY-DER) Edîbe Babur der barê got:
”Tecrîd bandorê li ser tevahî civakê dike.”
Bertek û nerazîbûnên derbarê tecrîda giran li dijî Rêber Apo zêde dibin .
Parêzera Rêber Apo Eren Keskîn derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo nirxandin kir .
Eren Keskîn da zanîn ku Hêzên navneteweyî, bi vê helwesta xwe hemû peymanên navneteweyî jî binpê kirine û got:
“Anîna birêz Ocalan a Tirkiyeyê, awayê binçavkirina wî û piştre jî girtina wî, tev jî bi awayeke derhiqûqî hatin kirin.
Dema Rêber Apo hate girtin fikarên wan çêbûn
Me digot ji vir û şûnde dê çi bi pirsgirêka kurd bibe? .
Di mijara hiqûqî de dê çi were kirin.”
Parêzer Eren Keskîn Bêdengiya hiqûqa navneteweyî li dijî tecrîdê rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî ;
”Yên ji xwe re dibêjin muxalîf jî li dijî vê bêhiqûqiyê bêdeng in.
Muxalefet û desthilat xwedî heman hişmendiyê ne lewma mirov vê bêdengiyê fêm dike.
Pirsgirêka kurd êdî bûye pirsgirêkeke navneteweyî.
Di çareserkirina pirsgirêka kurd de birêz Ocalan aktorê herî mezin e. ”
Edîbe Babur: Tecrîd bandorê li hemû civakê dike
Hevseroka Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan a Wanê (TUHAY-DER) Edîbe Babur jî got:
”Ger tecrîda li Îmraliyê rabe wê riya aştiyê vebibe.’
Tecrîdê bandor li ser hemû gelan kir. Civak bê bîhn hişt
‘Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ne gelan nas dikin ne qanûnan. Lê neçarin vê zilmê bidawî bikin.”
Siyasetmedar Şerîf Dûrmaz: AKP bi rêya tecrîdê dixwaze civakê biçewisîne