Di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê roja şemiyê Hêzên Koalisyona Navnetewî serçeteyekî DAIŞ’ê girtin.
Piştre ew serçete radestî Hêzên Sûriya Demokratîk QSD kirin.
Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD’ê hurguliyên vê yekê parve kir:
“Roja Şemiyê Hêzên Koalisyona Navnetewî li Bakurê Sûriyê serçeteyekî DAIŞ’ê girt.
Di encama hevkariya di navbera Hêzên me û Hêzên Koalisyonê de hêzên wan ew serçete radestî me kirin.
Ew serçete bi navê xwe Ebû Halîl el-Fedanî ye.
Hêzên me derbarê tawanên ku wî ku li dijî gelê me pêk anîne dest bi lêkolînê kirin.”
QSD’ê herî dawî tekezî li ser hevkariyeke bihêz û berdewamkirina operasyonên li dijî DAIŞ’ê kir.