Kongra Star der barê endama Komelgeha Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê Werîşe Mûradî de ku ji hêla rejîma Îranê ve hatiye revandin daxuyaniyek da û bang li saziyên mafên mirovan kir ku rewşa endama KJAR′ê zelal bikin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
Di 1′ê Tebaxa 2023′yan de endama Komelgeha Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê Werîşe Mûradî ji aliyê Asayîşa Îranê ve hate revandin û heta niha çarenûsa wê ne diyar e.
Endama KJAR ê xebatekî siyasî û rêxistinî dikir, revandina wê bi vî awayî fikarên malbat û rêxistinan li ser rewşa wê zêde dike, ev kiryarkî li dijî hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan e û li dijî têkoşîna jinan e.
Saziyên peywendîdar der barê rewşa Werîşe de berpirsiyar in.
Li ser vê yekê em bang li aliyên berpirsyar û saziyên mafên mirovan dikin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin û rewşa endama KJAR′ê zelal bikin.