Şêniyên Girkê Legê jî bi merasîmekê şehîdên 5 mehan bi bîr anîn.
Merasîm li Navenda Çanda Aram Dîkran a bajarê Rimelan hate lidarxistin.
Piştî degeyek rêzgirtina li ser giyanê şehîdan merasîm destpêkir û li ser navê malbatan şehîdan axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de fedekariyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate bibîrxistin û îşaret bi pêkanîna projeya biratiya gelan hate kirin.
Piştî peyaman ji bo giyanê şehîdan mûm hatin pêxistin û sînevîzyona li ser şehîdan hat nîşandan.
Paşê navên şehîdan yekbiyek hatin xwendin û wêneyên wan dan dayîk û bavên şehîdan.