Eşîra Bûbedran a ji Qebîleya Begara bi daxuyeniyekê piştgiriya xwe ji QSD’ê re nîşan da û got, ew ê li dijî hewldanên derxistina fitne û tevliheviyê rabin.
Daxuyanî li herêma Ezba ya Dêrazorê ji aliyê yek ji rûspiyên eşîrê re ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de kiryarên xirabkirinê hatin şermezarkirin hate gotin:
Milîsên Îran jî di nav de, hêzên dijber ji bo têkbirina ewlehî û istiqrara Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pey bûyerên li Dêrazorê bûn.
Eşîra Bûbedran piştgiriya xwe bi QSD û Rêveberiya Xweser re anî ziman û diyar kirin ku projeya QSD û Rêveberiya Xweser projeyeke serkeftî ye, tevahî pêkhateyan di nav xwe dide digre, ewlehî û aştiyê li Sûriyê diparêze.
Dawiyê eşîra Bûbedran bang li Koalîsyona Navneteweyî û kesayetên welatparêz kir ku bi QSD’ê re deverên dagirkirî rizgar bikin û li dijî terorê têbikoşin.