Endamê Desteya Rêveber ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Hacî Azad da zanîn ku MÎT a Tirk a ku bi destê wê welatparêz û azadîxwazan tên hedefgirtin ji aliyê PDK ê ve têne parastin.
Endamê Desteya Rêveber ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Hacî Azad axivî û got:
” Herî zêde êrişên terorîstî yên MÎT’a Tirk li dijî welatparêz û gelê me yê sivîl pêk hatiye.
Ji ber ku em sîstemeke alternatîfin û me ji bo xwe weke metirsî dibînin.
Ji ber wê jî ew tenê azadîxwaz û şoreşgerên ku di nav gel de têkoşiyane ne dikin armanc.”
Di dewamê de Hacî Azad diyar kir ku êrişên ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê MÎT’ê û bi hevkariya PDK’ê têne kirin tenê terora siyasî ye û wiha dewam kir:
“PDK kesên ku êrişên welatparêzan dike re alîkar dibe.
Bi belge û îspat eşkere ye ku ew kesên endamên MÎT’ê li Silêmanî û deverên din li dijî welatparêz, şoreşgeran êrişên terorî dikin, yekser ber bi Hewlêrê ve direvin û
PDK hem wan diparêze hem jî dihewîne.”
Di şerê Qereçox de endamê MIT’ê yê bi navê Yavuz Erdem hate kuştin