Li ser revandina rojnamevan Silêman Ehmed re 62 roj derbas bûn.
Ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 62 rojin agahî jê nayê girtin.
Rojane bertek û nerazîbuyînê li hemberî girtina Silêman Ehmed zêde dibe.
Rojnamevan Aso Mihemed derbarê mijarê de ji Rojnewsê re axivî û got;
“Li Başurê Kurdistanê azadiya rojnemevaniyê nîne.
Binçavkirina rojnamevanan karek xirabe û nîşana wê ye ku azadiya rojnamevanî di bin lêpirsînê deye.
Li gorî raporên navnetewî û Iraqê, li Başurê Kurdistanê azadiya rojnamevanî nîne.
Gelek caran rojnamevan tên girtin û danûstandinek xirab bi wan re tê kirin.”
Rojnamevan Aso Mihemed di dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir:
“Divê bê biryara dadgehê desthilat rojnamevan binçav neke.
Mafê rojnamevanane ku li pey agahiyan bigerin û rê li gendeliya desthilatê bigirin.”