3’ê Çile li bajarê Kirman yê Îranê di merasima bîranînê ya Fermandarê Artêşa Parazvanên Şoreşê Qasim Suleymanî de du êrişên bombeyî pêk hatin û di encamê de zêdeyî 100 kes mirin û 280 kes jî birîndar bûn.
DAIŞ’ê ev êriş girt ser xwe.
Rayedarên Îranê jî dibêjin ku ew ê beriseveke tund bidin êrişkaran.
Serokê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamneyî jî diyar kir ku ew ê bersiveke tund bidin berpirsyarên êrişê û got;
“Dijminên gelê Îranê careke din bûn sedema trajediyê û hejmareke zêde mirov şehîd bûn. Sûcdaran xwe li mirovên ku rêzê nîşanî Qasim Suleymanî dan, ranegirtin.
Divê bê zanîn şopdarên rêya Suleymanî wê bêdeng nemînin û bersiveke tund bidin û wê sûcdar berdelên giran bidin.”
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî piştî teqînan daxuyanî da û got; Ez rejima Sîyonîst hişyar dikim. Qet gumana we nebe ji bo vî sûcî û sûcên din yên ku we kirin hûn dê berdêlan bidin û poşman bibin.”
Cîgirê Serokkomarê Îranê Mihemed Muhbîr jî diyar kir ku wê leşkerên Qasim Suleymanî bersiveke tund bidin êrişkaran.
Piştî êrişê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê daxuyanî da û diyar kirin ku DYA bi ti awayî tevli êrişê nebûye û destê Îsraîlê jî di êrişê de tune ye.
Êrişa ku li bajarê Kirmanê hat diyar kirin, weke êrişa herî bi xwînî ya dîroka Komara Îslamî ya Îranê hate bi navkirin.