Xelkê Kobanê, Şehba, Minbic û Helebê jî li dijî êrişan li qadan bûn û peyamên berxwedanê dan.
Li Tebqa û Reqayê sazî û rêxistinan bi daxuyaniyan êriş şermezar kirin û gotin:
Emê herêmê ji qirêjiya terora dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bikin.
Li Kantona Firatê jî êrsa gel ji ya Cizîrê ne kêmtir bû.
Hevserokê Meclisa Bajarê Kobanê Mistefa Îto û got:
“Em ji dewleta Tirk re dibêjin, çawa me çeteyên te têk bir em ê te jî têk bibin.”
Xelkê kantona Minbicê jî meşek li dar xistin.
Di meşê de, hate diyar kirin vîna gelê herêmê wê bi êrişan têk neçe.
Bi heman armancê xelkê Şehba û koçberên Efrîn jî meşiyan.
Hevseroka desteya perwerde û hîndekariyê Zelûx Reşîd êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha axivî:
Li Helebê jî ji bo şermezarkirina êrîşan gel daketin qadan.
Şêniyên Helebê diyar kirin ku teqez serkeftin ya me ye û ew ê ji dev axa xwe bernedin.
Li Reqa û Tebqa êrişên dagirkeriyê bi daxuyaniyan hate şermezar kirin
Li kantona Tebqayê Nivîsgeha Jinên Zenûbiya û saziya sivîlan li dijî êrişan daxuyaniyên cuda dan.
Di daxuyaniyan de, hate eşkerekirin ku wê dewleta Tirk wê negêje armancên xwe û wiha hate gotin:
“Em bi projeya xwe ve girêdayî ne û di têkoşînê de heta pêkanîna armancên xwe dewam dikin.
Em ê li rex hêzên QSD’ê bersiva dagirkeran bidin.”
Bi heman armacê xelkê kantona Reqayê jî daxuyaniyek da û wiha hate gotin:
Xelkên Reqayê destnîşan kirin ku ew ê herêmê ji qirêjiya terora dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bikin.
Jinên Dêrazorê: Em bi projeya xwe bawer in û em ê komployan têk bibin