Hêzên gerîla li başûrê Kurdistanê careke din êriş birin ser çeperên dagirkeran.
HPG’ê ragihand droneke bombebarkirî hate rûxandin û derb li çeperên artêşa Tirk a dagirker hate xistin.
Gerîla li herêma Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyan didomînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk daxuyaniyek da û ev agahî parve kir;
HPG: Dronek bombebarkirî hate îmha kirin, derb li çeperan hate xistin
“Li Herêma Zapê 16’ê Çileyê droneke bombebarkirî ya ku dixwest êrişî çeperên şer a li Şehîd Diyar bike, hate xistin.
Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 15’ê Çileyê li Girê Cûdî derb li çepereke dagirkeran hate xistin. Li Girê Amediyê jî 3 caran li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera wan hate rawestandin.
16’ê Çileyê li Girê Cûdî bi çekên giran derb li çeperekê hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
Li Herêma Xakurkê 13’ê Çileyê li Girê Şehîd Kamûran hêzên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.”
HPG: Balafirên şer 25 caran êrişî qadên gerîla kirin
HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji 12 heta 17’ê Çile 25 caran bi balafirên şer gelek qadên girêdayî herêmên Xakurkê, Metîna û Zapê bobmebarankirin.