Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya xizmên girtiyan hetibû despêkirin bi îrade û berxwedana dayikan bê naver li Mêrdîn, Mêrsin, Stenbolê, Enqereyê didome.
Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê bi pêşengiya Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan di roja 23’yan de dewam dike.
Di çalakiya nobetê de sitran û kilamên kurdî hatin gotin û dayikên girtiyan soza domandina berxwedana li dijî tecrîdê dan.
Dayika Aştiyê Ferha Akbûlût jî beşdarî çalakiya nobetê bû û wiha daxwazên xwe anî ziman.
Li Stenbolê jî Nobeta Edaletê di roja 47’an de bê navber dewam dike
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Anadoluyê (ANYAKAYDER), erokê CHP’ê yê Esenyurtê Huseyîn Ergîn û şandeya pê re jî serdana çalakiyê kirin.
Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê jî bi têkoşîn û îradeya dayikan di roja 57’an de didome.
Gel jî piştgirî dan dayiken û tevlî çalakiya nobetê bûn.
Di çalakiyê de bê navbetr dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Enqereyê ku bi pêşngtiya jinan hatibû despêlirin 5 roj in dewam dike.
Kadriye Ozgan a di çalakiya grevê de hazir bû ü Dayikên şehîd û girtiyan ên ku tevlî çalakiyê bûn wiha axivîn.
“Îro em weke dayik û jin di grevê de ne.
Em dixwazin tecrîda li dijî rêber Apo û girtiyan were rakirin.
Heke tecrîd rabe dê li ser Kurdan jî Tirkan jî rabe.”