Li herêmên hikumeta Şamê tundî, girtin û krîz

Di wextekî şer û aloziya li nava Sûrî nêzî sala xwe ya 13’an dibe de, tu nîşaneyên ji bo çareserkirina krîza li welat xuya nake.
Di meha Çileyê de li herêmê hikumeta Şamê ji ber tundî 267 kes hatin kuştin.
Li tenişta aloziya aborî, siyasetên hikumeta Şamê jî azarê welatiyan zêdetir dike.

Ji Adara 2011’an ve, welatiyên Sûriyê azarên şer û wêrankirinê dikişînin.

Li aliyekî şer û li aliyekê jî krîza aborî a têkçûyî.

Li herêmên hikumeta Şamê di meha Çileyê de jî tundî, krîza debarê, aloziya ewlehiyê û girtina welatiyan zêde bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê têkildarî mijarê raporek weşand.

Li herêmên hikumeta Şamê di meha Çileyê de 267 kes hatine kuştin

Li gorî raporê, li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê û hêzên alîgirên wê de, meha Çileyê 267 kes hatin kuştin.

Her wiha saziyên ewlehiyê herî kêm 33 kes girtin û 7 kes revandin.

Çavdêriya Sûrî belge kiribû ku 28 sûc ji destpêka îsal ve pêk hatibûn.

Ev sûcên navmalê, dizîn û hîn jî bi sedemên nenas pêk hatine.

Di encamê de 29 kes ku 3 jê zarok 5 jî jin hatine kuştin.

Çavdêriyê diyar kir ku biryarên hikumeta Şamê yên ji bo zexta li ser dikanên pevguherîna pereyan û zêdekirina buhayên sotemeniyê jî êşên welatiyan zêdetir kirin.

Polîtîkayên Şamê êşa welatiyan girantir dike

Tevî hewldanên Şamê yên ferzkirina serweriya xwe li ser herêmên Sûriye jî lê nikare azarê welatiyan ên ji ber rewşa debarê û aborî yên xirab sivik bike.

Her rojek nirxekî nû ji dolarê Amerîkî li beramberî leyreya Sûrî zêde dibe..

Hikumeta Şamê jî bêyî ku rewşa debarê berçavbike, buhayê nan, sotemenî, xwarin, dermnan û madeyên din yên pêdiviyên jiyanî bilind dike.

Bi vê yekê re jî azarê xelkên Sûriyê girantir dibe.

Li ser vê li gelek bajarên di bin serweriya hikumeta Şamê de aloziyên sotemenî, nan û hwd derketin.

Îsraîlê êrişî Şamê kir: 7 kes hatin kuştin

Back to top button