Damezirînerê rêxistina ”Kumên Spî” li Stenbolê li nêzî mala wî kuştî hat dîtin

Damezirînerê rêxistina bi navê “Kumên Spî” James Le Missouri li Stenbolê kuştî hate dîtin.

Ajansa Reutersê li ser zimanê cîranê damezirînerê “Kumên Spî” yê Brîtanî James Le Missouri ragihand ku Le Missouri li nêzî mala wî ya li Stenbolê kuştî hate dîtin.

Her wiha dîplomatekî ji ajansa Reutersê re got kuştina Le Missouri ne zelal e.

Rojnameya Independent a Brîtanî jî ragihand ku çawaniya kuştina wî ne diyar e, lê hevalên wî got ew ji ser mala wî ya li Stenbolê ketiye xwarê.

Rêxistina ”Kumên Spî” ku bi navê “Parastina Sivîl a Sûriyê” jî tê naskirin, li herêmên di bin kontrola çete dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê dixebitin.

Ev rêxistin di sala 2013’an hat damezirandin û desteka xwe ji gelek rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî girt.

Ev kom xwe bêalî nîşan dide, lê Rûsya gefan lê dixwe ku li gorî berjewendiyên dewletên rojavayî dixebite.

Beriya niha Rûsyayê ji Brîtanyayê daxwaz kir ku têkiliya biguman a di navbera efserê îstixbarata wê yê berê damezirînerê “Komên Spî” li Sûriyê James Le Missouri bi rêxistina “El-Qaîde” re zelal bike.

Leave a Reply

Back to top button