Dagirkeriya Tirk navçeya Til Rifet û gundên Şehba jî topbaran kirin.
Li Minbicê jî, şervanên Meclisa Leşkerî dronekî dewleta Tirk xistin.
Bi riya topbarana rojane jî dewleta Tirk êrişên xwe didomîne..
Artêşa Tirk a dagirker navçeya Til Rifetê û gundê Şêx Îsa yên herêma Şehbayê topbaran kirin.
Li Minbicê dronekî dewleta Tirk a dagirker hat xistin
Hemxwextî êrişên dagirkeriya tirk, Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku,
Şervanên Meclîsa Leşkerî li gundê Yalanli yê bakurê rojavayê bajarê Minbicê, dironekî artêşa Tirk a dagirker xistin xwarê.