Ji ber suc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê rewş her diçe xerabtir dibe.
Tevî ku 7 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas dibin jî, lê hê jî sûc û hovîtî lê bi dawî nebûye.
Çeteyan du welatiyên din li Efrînê revandin.
Li gorî ANHA’ê ku ew jî dispêre çavkaniyên xwecihî diyar kir ku çeteyan welatiyên bi navê Şêx Îsmaîl ê 55 revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.
Şêx Îsmaîl ji gundê Kaxira yê Mebatayê ye û li taxa Eşrefiyê ya Efrînê dima.
Efrîn News 24 jî ragihand ku çeteyên navê Polîsên Leşkerî li xwe dikin welatiyek ji Efrînê revandin.
Navê kesê ku hatî revandin jî wiha ye:
Ehmed Cumaa ji xelkê gundê Qerba yê navçeya Cindirêsê ye.
Efrîn 24 da zanîn ku heta niha aqûbeta Cumaa nayê zanîn