Serokê Meclisa êla El-Cibûr Fewaz El Zobai koça dawî kir.
Şêxê êla El-Cibûr, Şêx Fewaz El Zobai ku li Şamê dihat derman kirin, îro di bin emliyatê de jiyana xwe ji dest da.
Şêx Fewaz sala 1954’an ji dayik bûyê û di temenê 70 salî de de jiyana xwe ji dest da.
Şêx Fewaz El Zobai di nava desteya Rûspiyan a Kantona Cizîr de cih digirt û weke endamê ofîsa têkeliyan ya Asyişa bajarê Hesekê hatibû erkdar kirin.
Şêx Fewaz li dijî hewldanên derxistina fitneya li Dêrazorê xwedî helwest bû.
Şêx Fewaz bi piştgiriya felsefeya Netwa Demokrat û bi dilsozî bangên ji bo hevgirtina gelên herêmê dihat nasîn.
Ji bo sersaxiyê jî li gundê Silêmaniyê yê bajarê Hesekê kon hate vedan.