QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 cangoriyê xwe eşkere kir û sersaxî ji malbatên wan re xwest.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî şehadeta 2 şervanên xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi berfirehî got:
27’ê Adarê li bajarê Reqayê 2 şervanên me di êrişa şaneyên DAIŞ’ê şehîd bûn.
QSD, diyar kir ku hêzên wan beriya zêdeyî 5 salan rêxistina terorî DAIŞ li bajarokê Baxozê tune kir û ev tişt anî ziman:
Îro careke din liv û tevgera xwe li giştî sûriyê zêde kiriye û dixwaze li bakur û rojhilatê Sûriyê şaneyên xwe rêxistin bike û çalakiyên terorî bike.
Navendê diyar kir ku têkoşîna wan ya li dijî rêxistina terorîst di hemû astan de dewam dike.
Hêzên me şaneyên wê ji hev dixin, endam û berpirsên wan digirin.
QSD’ê daxuyakirin ku roja çarşema borî, dema ku şaneyeke terorîst a DAIŞ’ê hewl da di hundirê bajarê Reqayê de tev bigere û êrişî nuqteyeke wan ya leşkerî bike, hêzên wan bersiv da û di encamê de şer derket.
Di şer de, çeteyek bi birîndarî hat girtin.
Her wiha ji şervanên me, Basil Reqawî û Sultan Reqa gihaştin asta şehadetê.
Bila serê malbatên her du şehîdan û tevahî malbatên şehîdan sax be.
Em sozo din em ê tola wan hilînin û bersivê bidin hemû komên ku dixwazin aramiya herêmê têk bibin.
Li gorî navendê, nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Reqawî
Nav û Paşnav: Basil El Tamê
Navê Dayikê: Werda El Ehmed
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Şemsedîn, 1995
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa, 28 Adar 2024.
Nasnav: Sultan Reqa
Nav û Paşnav: Îmad El Erîf
Navê Dayikê: Wedha
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Reqa, 1986
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa, 27 Adar 2024.