Li herêma Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de, Leşkerên artêşa Tirk 2 ciwan tazî kirin, êşkence li wan kirin û pere ji wan xwestin.
Ev dîmen li ser medya dijîtal hatiye parvekirin.
Dîmen careke din hovîtiya leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker radixîne ber çavan.
Hat gotin dîmen li gundê Dêr Sewanê yê navçeya Şera ya Efrînê hatiye kişandin.
2 ciwanên ji navtengê û jor de hatine tazîkirin û li erdê hatine dirêjkirin hene.
Li ser serê wan jî kesekî bi cilên sivîl û bi zimanê Tirkî diaxive xuya dike.
Ev leşkerê artêşa Tirk a dagirker êşkence li ciwanan dike û dibêje;
“Hûn nadin na, hûn nadin na? Heta saetekê, heta saetekê hûnê bidin”.
Ciwanên di bin êşkenceyê de jî, dibêjin ku ew tenê bi Erebî di zanin û dê bi xizmên xwe re biaxivin.
Derbarê aqubeta herdu ciwanan de agahî nehatin bidestxistin.