Eerdogan: Cezayên YE wê zêde bandor li me neke

Lîderên YE wê sibê ji bo ceza yan necezakirina Tirkiyê bicivin.
Beriya civînê Serokomarê Tirkiyê Erdogan careke din ji xwe bawer axivî û got,
Cezayên ku YE li ser Tirkiyê ferz bike wê zêde bandorê li wan neke.
Serokwezîra Almanya Angela Merkel jî careke din îşaret bi cezakirina Tirkiyê ji ber kiryarên wê yên li Derya Spî kir.
Her wiha ajansa Reutersê xwe gihand reşnivîsa cezayên YE ku wê li Tirkiyê bibire.

Sibe wê lîderên welatên endamê YE ji ber kiryarên Tirkiyê li rojhilatê Derya Spî û herêmê bicivin.

Di civînê de wê lîder biryara ceza yan necezakirina Tirkiyê bidin.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan beriya serdan Azerbeycanê li balefirxaneya Stenbolê axivî.

Erdogan careke din piştevaniya xwe ya bi Azerbeycanê re anî ziman û got, wê ev yek dewam bike.

Erdogan îşaret bi domandina kiryarên xwe yên li rojhilatê derya Spî kir û tevgera xwe ya li herêmê bi mafê xwe yê rawa binav kir.

Serokomarê Tirkiye Erdogan yê ku doh gotî destê me dirêj kirî di hewade ne hêlin vê carê ji xwe bawer axivî û ev tişt anî ziman:

Cezayên ku YE li ser Tirkiyê ferz bike, wê zêde bandorê li wan nek.

Ji niha û pêde emê rêya xwe bi heman rengî bidomînin.

Merkel: Ji ber kiryarên Tirkiyê Qibris di astengiyê de ye

Li aliyekî din, Serokwezîra Almanya Angela Merkel di civîna butçeya 2021’an de axivî.

Angela Merkel diyar kir ku wê sibe di civîna lîderên welatên YE de li ser cezakirina Tirkiyê bi axivin.

Merkel anî ziman ku tişta welatê wî ji Tirkiye dixwest ku pêk bîne, pêk neaniye.

Bi taybet ji ber kiryarên Tirkiyê, Qibris bi asteniyên mezin re rûbirû maye.

Ji ber vê yekê em neçarin bidin xuyakirin ku wê çawa pêş bikevin.

Reuters: YE plana cezakirina Tirkiyê berfireh dike

Her wiha Ajansa Reuters’ê xwe gihand reşnivîs ku sibe lîderên YE ji bo cezakirina tirkiyê li ser lihev bikin.

Biryarên ku ji du rupelan pêktê û hîna di şeklê reşnivîs de ye, wê li pêşiya lîderan be.

Li gorî agahiyên ajansê YE ji bo cezakirina Tirkiyê dinava hewildana berfirehkirina planan de ye.

Lê ji niha de, Qibris û Yunanîstan li dijî vê derdikevin û dibêjin divî YE cezayên hîn zêdetir li ser Tirkiyê ferz bike.

Back to top button