
Piştî Îranê, Serokê Venezuelayê Nîcolas Madûro diyar kir ku ew amade ne, bi rêveberiya nû ya DYA re danûstandinan bikin.
Nîcolas Maduro li paytexta Caracasê di civîneke çapemeniyê de axivî û wiha got:
Ji berê ve em amade bûn bi rêveberên DYA’yê re bidin û bistînin.
Maduro diyar kir ku ew dixwazin aloziya navbera wan û DYA bi dawî bikin û anî ziman ku ewê li benda hikumeta Joe Biden bin.
Serokê Venezuelayê ku ji 2015’an û vir ve di hedefa muxalefta rastgir a DYA’yê de ye, daxwaza bidawî anîna aloziyê kir.
Maduro got polîtîkaya Venezuelayê ya Donald Trump ku 2017’an hatî ser kar, têk çûye.
6’ê Kanûnê li Venezuela hilbijartina Meclisa Netewî pêk hatibû û Partiya Sosyalîst ya Maduro biser ketibû.
Lê rêjeya beşdariya hilbijartinê ji sedî 31 derbas nekiribû.
Mixalefeta welat û YE ragihandibûn ku bi ti awayî wê encama hilbijartinê qebûl nekin.