Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber êrîşên xwe didomînin û agirbestê binpê dikin.
Dewleta Tirk a dagirker di 24 saetên dawî de li êniyên Til Temir û Eyn Îsayê êrîşî sivîl û şervanan kir.
QSD’ê ragihand ku di encama van êrîşan de 2 şervanên QSD’ê û 2 sivîl şehîd bûne û 4 şervanên QSD’ê û 3 sivîl jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama binpêkirinên agirbestê ya dewleta Tirk û çeteyên wê ya di 24 saetên dawiyê de eşkere kir.
QSD’ê diyar kir ku artêşa tirk û çeteyên wê ji bo herêmên ku dagir kirine berfireh bikin bi balafirên bêmirov û çekên giran êrîşên xwe dewam dikin.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekir:
Li êniya Zirganê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî bi piştevaniya tang, top û balafirên bê mirov êrîş birin ser gundên Til Mihemed, Um İşba û Bab el-Xêr.
Li êniya Til Temirê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî bi çekên giran û piştevaniya balafirên bê mirov li dijî gundên Menax û Reşediyê êrîşeke berfireh pêk anîn.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî bersîv dan êrîşan û di encamê de kuştî û birîndarên artêşa dagirker çêbûn, lê belê hejmar nehat zelalkirin.
Her weha dema artêşa Tirk a dagirker bi topên obûsan êrîşî Serê Kaniyê kir û guleyek obusê di nava hêzê wê de teqiya û di encamê de 8 leşker û çete mirin.
Li êniya Eyn Îsayê jî artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û piştgiriya balafirên bê mirov êrîş bir ser gundên Mişêrfa, Silîp, rêya M4 û depoyên genim yên Qiz Elî û Şerqraqê.
Şevanên QSD’ê bersîv dan êrîşan û herî kêm 7 çete û leşker hatin kuştin, gelek ji wan jî birîndar bûn.
QSD’ê da zanîn ku herêma ku bersîv dane, ji derveyî sînorê agirbestê ye.
Her wiha Artêşa Tirk a dagirker li gundê Qerenfil bi balafirên bê mirov li wesaîteke sivîl xist.
Di encamê de 2 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandina QSD’ê eşkere kir ku di encama şerê di navbera komên çete û Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û teqîna obusa artêşa dagirker ya di nav çeteyan de, bi giştî 15 çete û leşker hatin kuştin û hejmarek zêde jî birîndar bûne.
QSD’ê da zanîn ku di encama êrîşa balefirên bê mirov yên dewleta tirk a dagirker de 2 sivîl şehîd û 3 jî birîndar bûne.
QSD’ê ragihand ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 2 şervanên QSD’ê şehîd û 4 jî birîndar bûne.