Qurbaniyên gundê Qirinfîl: Divê ji Tirkiyê hesab were pirsîn

Malbata qurbaniyên komkujiya gundê Qirinfîl a Girê Spî ku doh balefirên dewleta tirk ew kiribûn hedef bang li rêxistinên hiqûqî û civaka navdewletî kirin ku hesab ji kujeran bixwazin.

Duh di seatên êvarê de, li gundê Qurunfil yê ku bi 20 KM rojavayê Girê Spî dikeve, dewlera Tirk komkujiyek derheqê malbateke sivîl de pêk anî.

Ew malbat bi navê Elî Pîrê tê naskirin, ku ji ber rewşa şer koçberî bajarê Reqa bibûn û dixwestin serdana gundê xwe bikin.

Dema ku pêdiviyên xweyî malê radikrin û ji mal derdikevin, balafirên keşfê yên dewlata Tirk wan hedef digre.

Di encamê de ji malbatekê 2 kes şehîd bûn û 3 jî bi giranî birîndar bûn.

Xizmên malbatê tevî zehmetiyan birîndar birin nexweşxaneya Kobanê û ji ber rewşa wan a giran rakirin nexweşxaneya Minbicê û cenazeyên ku hetibûn şewitandin jî rakirin navçerya Çelebiyê.

Vê sibehê hedu cenaze li gundê Salokê ya rojavayê navçeya Eyn Îsa hatin veşartin.

Di merasîmê de, kesên ku amade bûn bang li Netewên Yekbûyî û Rûsya kirin ku ji Tirkiyê hesab bipirsin û mafê me ji sûcdaran bistînin.

Leave a Reply

Back to top button