Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî biryara nederketina derve heya 11’ê Gulanê dirêj kir û derbarê vekirina sûkan de biryarên nû girtin
Piştî tomarkirina 2 rewşên Vîrûsa Coronayê li bakur û Rojhilatê Sûrî, Rêveberiya Xweser biryarên nû girtin..
Wê, biryara nederketina derve 10 rojan heta 11 mehê dirêj kir..
Lê belê vê carê ji saet 3 êvarî heta bi 6 sibehê ye..
Li gorî Rêveberiya Xweser,
– Hemû bazar, pîşegeh û dikan dikarin ji saet 6’ê sibehê heta 3’ê êvarî bên vekirin.
-Çûnûhatina di navbera herêma Cizîr, Firat û Efrînê de qedexe ye.
– Zanîngeh, dibistan, peymangeh, xwaringeh, mizgeft û caffeterya girtî dimînin.
– Dergehên sînorî û saziyên Rêveberiya Xweser ji bilî yên pêwîst girtî dimînin.
-Divê karker lepik û devpoşkan di dema kar de bi kar bînin û nêzî hev nebin.