22 Kemyonên alîkariyê yên ku xelkê Başûrê Kurdistanê şandibûn di derêyê Sêmalkayê re derbasî Rojava bûn.
Şêniyên bajarê Silêmanî û navçeyên wê, her wiha şirketên hikûmetê û yên sivîl ên Başûrê Kurdistanê şandina alîkariyên mirovî ji bo koçberên Girê Spî û Serêkaniyê ya di çarçoveya pêngava “Em hemû Rojava ne” didomînin.
Di vê derbarê de îro 22 Kemyonên alîkariyê di deriyê Sêmalkayê re derbasî Rojava bûn.
Di kemyonên alîkariyê de nivîn, xwarin, çil û pêwîstiyên din hebûn.