KON-MED’ê bang li hemû Kurdistaniyan kir ku sibe li her cihên ku lê ne tevlî meşên yekîtiya netewî bibin.
Konfederasyona KON-MED’ê ya li Ewrûpayê ji bo meşên yekîtiya netewî ku wê sibê li tevahî cîhanê werin lidarxistin daxuyaniyek da.
KON-MED’ê da zanîn ku li Elmanyayê tevî Berlîn, Dusseldorf, Frankfurt, Mûnîhê, Stuttgart, Hambûrg û Hannoverê wê li 12 bajaran meşên navêndî werin lidarxistin.
KON-MED’ê destnîşan kir ku ji bo gelê Kurd azadî û statûya xwe bi dest bixe yekîtiya netewî zarûriyetek e û divê herkes ji bo xurtkirina vê yekîtiyê rol bilîze.
Di daxuyaniyê de êrişên dagirker yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava hatin bibîrxistin û hate destnîşankirin ku Kurd divê li her derê bi rihê seferberiya neteweyî li ber xwe bidin.
KON-MED’ê diyar kir ku bi meşên yekîtiya netewî wê êrîşên dewleta Tirk a dagirker were şermezarkirin, dilsoziya bi yekîtiya netewî û berxwedanê re were nîşandan û bang li hemû Kurdistanî û hêzên demokratîk kir ku tevlî meşê bibin.
KODAR:DIVÊ HEMÛ KURDÊN ROJHILAT DI VÊ MEŞÊ DE CIH BIGRIN
Her wiha Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) ê jî piştgiriya xwe ya ji bo meşa netewî ragihand.
KODAR’ê bang li hemû Kurdên Rojhilatê Kurdistanê yên Ewropayê kir ku bi awayekî girseyî beşdarî meşê bibin.