Di encama berxwedana QSD`ê ya li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundê Dibis ê li rojavayê gundewarê Eyn Îsayê de, 7 çete hatin kuştin.
Hêzên Sûriya Demokratîk di çarçoveya mafê parastina rewa de, êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundê Dibis li rojavayê gundewarê Eyn Îsayê şikandin.
Di encamê de 7 çete hatin kuştin tevî bêbandorkirina erebeyek leşkerî ku çeka doşka li ser re.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê êvarê di bin topbarana bi moşek û fuzeyan de êrişî gundên Dibis û Hoşan ên gundewarê Eyn Îsayê kirin.
Li aliyê gundê Til Menax jî çeteyên dagirkeriya dewleta tirk dinava tevgerê de ne.
Tevî agirbesta li herêmê jî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di her fersendekê de êrîşî herêmê dikin û jiyana şêniyan dixin metirsiyê.