Nûnerê Tayabet ê Emerîka li Sûriyê James Jeffrey diyar kir ku hêzên Emerîka wê demeke dirêj li Sûriyê bimînin û divê komîteya destûrî were avakirin.
Nûnerê Tayabet ê Emerîka li Sûriyê James Jeffrey têkildarî şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û geşedanên dawî yên li Sûriyê axivî.
James Jeffreyê diyar kir ku rêveberiya Emerîkayê di wê hêviyê de ye ku şerê li dijî DAIŞ’ê yê bakur û rojhilatê Sûrî di mehên pêşde bi dawî bibe.
Her wiha wiha Jeffreyê anî ziman ku pêvajoya siyasî wê piştî binketina çeteyên DAIŞ’ê têveke dewrê û got:
“Piştî binketina DAIŞ’ê pêvajoya siyasî wê têveke dewrê.”
Nûnerê Emerîkayê James Jeffreyê dawiyê de diyar kir ku hêzên Emerîka wê demdirêj li Sûriyê bimînin û divê komîteya destûrî bê avakirin.